Yekîtiya ‘Alimên Îslamî Yên Awrûpa Hat Sazkirin

Li Ewrûpayê ji welatên cûrecûr nêzî 30 alimên Îslamî li Fransayê civiyan. Van aliman qirar dan ku yekîtiya alimên Îslamî ya Ewrûpayê saz bikin.

Li Ewrûpayê ji welatên cûrecûr nêzî 30 alimên Îslamî li Fransayê civiyan. Van aliman qirar dan ku yekîtiya alimên Îslamî ya Ewrûpayê saz bikin.

Aliman dan zanîn ku wê di pêşiya xizmetên wan de çareserkirina pirsgirêkên muslumanên Ewrûpa hebe. Her wiha ji bo xweşkahiyên Îslamî li Ewrûpayê bê zanîn, ew ê xebatan pêk bînin. Dîsa di nav xizmet û bernameyên wan de çareserkirina pirsgirên muslumanên dinyayê, di warê fiqh û îlm û perwerdehiyê de dayîna fetwa û cewabên pirsgirêkên muslumanan, xisûsen li Ewrûpayê pêkanîna xebatên Îslamî jî hene.

Piştî sempozyûma du rojan, endamên yekîtiyê civiyan. Ji bo yekîtiyê ji Hambûrgê Ebdulqadir Aydin serek, Mucahîd Haksever û Muhammed Dundar jî alîkarên serek hatin hilbijartin. Ew ê merkeza yekîtiyê jî li Elmanyayê be.

Serekê yekîtiyê Ebdulqadir Aydin di xeberdana xwe de da zanîn ku, mesûliyeta muslumanan û xisûsen jî ya aliman heye ku li gorî exlaq û şexsiyeta Îslamî tevbigerin û bijîn. Her wiha alîkarên serekê yekîtiyê jî xeber dan. Beyan kirin ku yekîtiyeke weha hewce ye û ew ê di çarçova Îslamî de ji bo çareserkirina pirsgirêkên muslumanan bixebitin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin