Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê bo Qudsê banga çalakîyên girseyî kir

Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê li dijî îlankirina Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker bo Qudsê banga çalakîyên girseyî kir.

Piştî ku ji teref Amerîka ve hat diyarkirin ew ê seferata xwe ya li Telavîvê veguhezînin Qudsê û ew ê Qudsê wek paytexta sîyonîstan bê îlankirin re ji teref Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê ve li dijî vê qerarê daxuyanîyek hat belavkirin û ev qerar wek ‘gavekî ku dê herêmê bikin dojeh’ hat wesfandin.

Di berdewama daxuyanîyê de  bang li welatên Îslam û Ereban hat kirin da ku qerara Amerîka red bikin û dû re wiha hat gotin: “ Ev qerar dê temamê Mislimanan Fîlîstînî û yên din sewqî parastina maf û bajarên xwe yên pîroz bike. Em wek Alimên Misliman bangê dikin da ku xelk di vê mijarê de bê îhyakirin û bo Qudsê her roja înê li dijî qerara Amerîka xwepêşanan bê lidarxistin û çalakî bên kirin.”

 Serokê Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê Yusuf El-Karadavî derbarê mijarê de diyar kir ji Mescîda Eqsayê û Qudsê tawîzdayîn ne tiştekî hêsan e  û dû  re wiha got: “ Em ji Mescîda Eqsaya qibleya duyemîn a Mislimanan e û ji Qudsê tawîzdayînê qebûl nakin. Qerarek wisa ji teref kî ve bê dayîn bila bê dayîn em ê vê yekê qebûl nekin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Wê tayinên 20 hezar mamosteyan bên kirin
Bi zimanê hevaldozên wî Mela Abdurrezzaq Tepe
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî qetil kir
Li Çînê bi kêrê êrîş: Herî kêm 11 mirî 23 birîndar
Nimêja bi cemaetî hat qedexekirin