Yekîtiya Kurdên Sûrîye

Kurdên Sûrîye Di Serekatiya Barzanî De Civiyan

Serekê Herêma Kurdistanê bi hewl danên xwe li Erbîlê Kurdên Sûrîyê civande û hevpeymanek di navbera wan de da qebûl kirin. Ev heftekî ye partiyên Kurdên Sûrîye li Erbîlê civînan pêk tînin. Di encama civînan de qerara yekîtî û li hember Esed têkoşîne bi yekîtî derkete. Partiyên Kurdên Sûrîye diyar kirin ku dê li hember rejima Esad bi yekîtî mucadele bikin.

Di Civîna ku Serekê ENKSeyê û PYDê jî beşdar bûn de Kurdên Sûrîye li hev kirin. Hat beyan kirin ku ku êdî Kurdên Sûrîye dê li hember ‘alemê yek deng bin û li hember rejima esad bi hevkarî tekoşînê bikin. Ev gav ji alî gelek siyasetmedaran ve bi awayê gaveke dîrokî hat şîrove kirin.

Di peymana navbera partiyan de gelek qerar hatin girtin. Dê îdî Kurdên Sûrîye hevakar hereket bikin û dê bi hev re komên bi sîleh di herêmên Kurdan de bi cih bikin. Li hember hev û dî bi çi sedemî be dê êdî êrîş û sûîqesdan nekin. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be