Yekîtîya Tabîbên Tirk derbarê Efrînê de daxuyanîyeke bi teref da

Ji teref Yekîtîya Tabîbên Tirk ve derheqê operasyona Efrînê de daxuyanîyeke sosret a bi sernava “Şer problemeke tenduristîya xelkê ye” hat belavkirin û bang hat kirin da ku dawî li şer bê anîn.

Yekîtîya Tabîbên Tirk bi daxuyanîyên ku berî niha belav kiribû propagandaya PKKê kiribû vêcar jî nav neda lê derbarê operasyona Efrînê ya ku li dijî PYD/PKKê hat destpêkirin de rexneyan kir.

Di daxuyanîya ku bi sernava “Şer problemeke tenduristîya xelkê ye” hat belavkirin de derbarê operasyona Efrînê de daxuyanîyên sosret û ecêb hatin dayîn.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ev tişt hatin gotin:

“Em hekîm hişyarîyê dikin. Şer problemeke tenduristîya xelkê ya ku bi destê însan tê kirin e ku ev yek di tabîatê de tehrîbetê dike û jiyana civakî tehdîd dike. Temamê şeran digel xwe problemên fîzîkî, civakî û hawirdorî derdixin holê û çareya van gelekî bi zehmet e. Em wek endamên meslekeke ku li ser jiyandinê sond xwarine, em ji eqlê xwe dernaxin û ji bîr nakin ku parastina jiyanê û xwedî derketina îqlîma aştîyê wezîfeya me ya ewil e. Rêya bi şer re micadelekirin sazkirina jiyanake aştîyane, azad, wekhev û demokrat e Ji şer re naxêr,aştî hema niha.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin