Yemen Xwest

Li welatên muslumana protestoyên li ber fîlma heqaretwarî gûr dibin

Yemen Xwest
Eskerên Emrîka Jı Bo Protestoyan Têxe Bın Kontrolê Çûn Yemenê

Li welatên muslumana protestoyên li ber fîlma heqaretwarî gûr dibin. Li Yemenê hikûmeta ğûlamê Emrîka ji bo ku protestoyan têxe bin kontrolê gazî eskerên Emrîka kir. Piştî dewleta Lîbyayê Yemenê jî alîkarî ji Emrîka xwest. Bi vê koletiyê eşkere kir ku guhnade muqeddesatên muslumana.

Ji ber ku fînansa fîlma heqaretwarî ji teref Emrîka û Îsraîl ve hatiye kirin, protestoyên muslumana jî li ber sefaretxanên Emrîka tên li dar xistin. Hikûmeta Yemenê îfade kir ku nikare sefaretxanê bihefidîne. Ji ber vê yekê jî îzîn da ku 50 eskerên Emrîka li ber sefaretxanê nobetê bigrin.

Wekî tê zanîn hinek xeber derketibûn rojevê ku eskerên Emrîka nêzî peravên Misr û Sûdanê bûne. Li ser van xeberan her dû welatan tepkiyên sert nîşan dabûn û deklare kiribûn ku vê rewşê, îhlalkirina heqên hikûmdariya xwe qebûl bikin û li gora wê tevbigerin. Ji ber van tepkiyan jî, Emrîka gavan bi paşve avêtibû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin