Yesaxa Hikûmetê Li ‘Entab û Diyarbekir Hat Protesto Kirin

Yesaxa Hikûmetê Li ‘Entab û Diyarbekir Hat Protesto Kirin

Wezareta perwerdehiya mîllî, bi rêziknameyekê, li hinek mekteban sernixumandina qîzan yesax kir. Wezîrê tahsîla mîllî Omer Dînçer, di roportajek xwe de li ser pirsa der heqê vê yesaxê de, bêcewab ma. Helbûkî beriya hilbijartinan, partiya AKPê diyar kiribû ku, halkirina mesela tesetturê soza namûsa wan e.

Li ber vê yesaxa hikûmetê, tepkî zêde dibin. Li İntabê platforma TESSEPê, li Diyarbekir jî xwendekarên unîversîteyê, protesto li dar xistin.

Platforma seferberiya tesetturê TESSEPê a temsîlkariya İntabê, li ber parqa Balikli Golê, bi beyanatek medyayî, yesaxa hikûmetê protesto kir.

Protestoya platformê, bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre beyanat ji teref berdevkê TESSEPê Faîk Doğan ve hat xwendin. Di beyanatê de hat îfade kirin ku hikûmeta AKPê, berdewamiya mexdûriyeta xelkê meyî musluman mohr û tesdîq kiriye. Ev cînayeteke mezin ya civakî ye. Ev te’deyek şedîd e, zulm e. Heqaretek maddî û me’newî ye li bi mîlyonan qîzan. Ewê vê yesax, meğdûriyetên dinê bi xwe re bîne.

Millet û saziyên sivîl, bi tekbîr û slogan û panqartan, destek dan vê protestoyê.

Her wiha li Diyarbekir li zanîngeha Dîcleyê, li ber fakulteya Fen-Edebiyatê, ji komela Ozgur-Derê, komek xwendekar civiyan, beyanata medyayî li dar xistin. Yesaxa hikûmeta AKPê bi slogan û panqartan protesto kirin. Beyanata medyayî ji teref Hacer Gozcu ve, hat xwendin. Di beyanatê de hat îfade kirin ku, bi vê yesaxê hikûmeta AKPê eşkere dike ku, mîna zihniyeta te’dekar ya berê ye. Bi rastî bi derbeya 12ê Îlonê re, hesab nedîtiye. Xwendekarên unîversîteyê destek dan vê protestoyê.

Li aliyê din li seranserê welêt, millet û esnafê musluman jî tepkî nîşan didin ku, çima ewqas yesax û te’de û mani’, ji baweriyên xelkê re derdixin û zihniyeta rejîma cimhûriyetê dişopînin. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin