Yetîm-Der daweta 44 keç û xortan kir

Yetîm-Der bi bernameya zewacê ya ku tertîp kir li Diyarbekirê 44 keç û xortan zewicand.

Yetîm-Der li Diyarbekirê di bergeha projeya ‘Ber bi Hizûrê ve Gav’ de ji 44 keç û xortên ku ji wan re alîkariya cihazê hatibû kirin  bi bernameya dawetê ya girseyî hatin zewicandin.

Merasîma dawetê ya ku li qadê Mîtîngê ya Parka Newrozê hat tertîpkirin bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’anê Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Mehmet Ekîncî derbarê merasîma zewacê de diyar kir bêhejmar feydeyên zewacê hene û zewac di dînê Îslamê de ji wan amelên bi xêr amelek e.

Ekîncî di berdewama axavtina xwe de hedîsa pêxemberê ya derheqê zewacê de di bîran xist û diyar kir zewac însan ji heramê  mihafeze dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir “ Zewac amelek e wisa ye ku cihê wî ya di Îslamê de girîng û muhîm e. Di zewacê de him ji bo fedan û him jî bo civakê gelek feyde hene.  Ew feyde nîmetên Îlahî ne û dibin  wesîle ku însan saadeta dinyay û axretê qezenc bike. Zewac însan ji heramê mihafeze dike. Pêxemberê me teşwîqî zewacê kiriye  û ew bi xwe jî zewiciye.”

Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl jî derheqê merasîma zewacê ya ku hatiye tertîpkirin de diyar kir ew di bergeha projeya ku ew dane destpêkirin de ji 44 keç û xortan re alîkariya cihazê kirine û ew di demeke wisa xirap de ji zewaca keç û xortan re destdayînê wek wezîfeyekê dibînin.

Zavayên bi navê Abdurrahman Aslan û Yakup Akarsu ji ber merasîma ku hatiye tertîpkirin kêfxweşiyên xwe anîn zimên û ji Yetîm-Derê re teşekur kirin.(ÎLKHA)
















































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe