Yetîm-Dera Ewrûpa haziriyên Remezanê dike

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku navenda wê li Elmanyayê ye û Saziya Alîkariya Însanî ya Navneteweyî ye hewil dide di meha Remezanê de xebatên xwe zêdetir bike û ji gelek kesan alîkariyê bike.

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş di derbarê haziriyên alîkariyên ku dê di meha Remezanê de bên kirin de daxuyaniyek da. Ateş di daxuyaniya ku da de destnîşan kir  ew xebat dane destpêkirin da ku karibin bi hezaran kesên yetîm û feqîr alîkariyê bikin.

Ateş di daxuyaniya ku da de destnîşan kir  ew di 53emîn salvegera damizrandina xwe de xebatên xwe yên alîkariyê didomînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ê di çarçoveya bernameya Remezana sala 2017an de  bingeha alîkariyên ku em ê li welatên cûrbecûr  bikin avêt. Malûmî wê ye ku Remezan di wan rojên pêşiya me de dest pê dike. Em ji xêrxwazan teleb dikin bila destekê bidin wan xebatên ku dê ji bo kesên yetîm, feqîr û mexdûr bên kirin.”

Bi milyonan însan di sînora birçîbûnê de ne

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi milyonan însan di sînora birçîbûnê de ne û divê ji wan re alîkarî bê kirin. Ateş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi milyonan însan di sînora birçîbûnê de ne û pêdiviya wan bi av, xwarin û cil û bergan heye. Em jî wek Yetînm-Dera Ewrûpayê di şiûra vê yekê de ne  û em hewil didin alîakriyê bigihîjin wan.”

Li çar aliyê dinyayê ew ê ji yetîman re alîkarî bê kirin

Ateş diyar kir xebatên wan li çar aliyên dinyayê berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Tirkiye, Fîlîstîn, Welatên Balkanê, Welatên Asya û Afrîkayê alîkariyên erzaq, cil û berg, bîrên avê, xwarina fitarê  tê kirin.”

Ateş di dawiya axavtina xwe de bang li temsîlkar û xêrxwazan kir da ku di xebatên alîkariyê de ji wan re bibin alîkar.(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe