Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-Ebrar ji Mislimanên Arakanî xwarina germ belav kirin

Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne ji wan Mislimanên Arakanî re xwarina germ belav kirin.

Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne  ji wan Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û êrîşên hovane û wehşiyane yên artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîstan reviyane re alîkarî kirin û ji wan re xwarina germ belav kirin.

Weke ku tê zanîn ev demek dirêj e artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst êrîş dibin li ser gundên Mislimanan. Di van êrîşên hovane û wehşiyane de bi hezaran Misliman hatin şehîdkirin û bi sedhezaran Misliman jî war û welatên xwe ji naçarî terk kirin. Li gor agahiyên herî dawî hejmara Mislimanên Arakanî yên ku ji ber êrîş û zilma çeteyên Bûdîst û artêşa Mynamarê reviyane û xwe spartina kampên penaberan ên li Bangledeşê  500 hezaran derbas kiriye.

Alîkariyên ku berî niha ji bo Mislimanên Arakanî yên ku ku xwe spartine kampên Co’x Bazarê ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne  ve hatibûn destpêkirin bênavber berdewam dikin.

Cahît Aktaşê temsîlkarê dildar ê Kolnê yê û Sedat Aktaşê temsîlkarê dildar ê Kanadayê yê Yetîm-Dera Ewrûpayê  û   her wiha Zilkif Bîldîrîciyê temsîlkarê dildar ê IHO-Ebrarê yên ku di konan de xebatên alîkariyê organîze dikirin diyar kirin ew ê bi saya alîkariya xêrxwazan dê zêdetir kesan re arîkarî bê kirin.

Arîkarê Serokê IHO EBRARê Zulkufl Bîldîrîcî yê ku di dema belavkirina alîkariyan hazir bû derbarê mijarê de wiha got: “Ev gezik nanê germ a ku em belav dikin dibe ku  ji kokê problemên penaberan çareser neke, lê belê ji ber ku ew zanibin û hîs bikin ku ew ne tenê ne û em li ba wan in ev yek muhîm e.”

Li gor daxuyaniyên ku ji teref rayedarên tenduristiyê yên Bangledeşê ve hatine dayîn  ji Mislimanên Arakanî yên ku derbasî Bangledeşê bûne 42 hezar û 541  kesên ku zarok in rewşa wan a tenduristiyê nebaş e.

ÎLKHA


























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e