Yetîm-Dera Ewrûpayê ji penaberên li Karadaxê re alîkarî kir

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye li bajaroka Gusînyeya girêdayê bajêra Plava Karadaxê ji 140 malbatên ku ev 25 sal e di bin şert û mercên giran û zor de di qampa penaberan de dimînin re alîkarî kir.

Digel qerara kirina alîkariyê ya ku wan rojên borî ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê ve ji bo êtîm û penaberên li Karadax û Sirbîstanê dijîn re heyetek hatibû damizrandin da ku ji êtîm û penaberan alîkarî bê kirin. Piştî damizrandina heyeta alîkariyê ya Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye li bajaroka Gusînyeya girêdayê bajêra Plava Karadaxê ji 140 malbatên ku ev 25 sal e di bin şert û mercên giran û zor de di qampa penaberan de dimînin re alîkarî kir.

Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş di derbarê mijarê de destnîşan kir ku ev penaberên ku ew ji wan re alîkarî kirine ji ber ku nikarin vegerin welatê xwe û ji ber ku li vê derê jî nikarin bibin welatî di nava zehmetî û tehdayiyê de dijîn.

Li gor danayên ku ji Komîsertiya Bilind a Penaberan a NYyê hatine wergirtin   ji ber şerên ku di navbera salên 1992-1994an de qewimîne  16 hezar kes ji welatên derdorê xwe spartin Karadaxê. Her wiha ji ber şeran ji Rojavaya Balkanan 73 hezar û 500 kes cihê xwe terikandin û bûn penaber. Ji van 73 hezar û 500 kesên ku  cihê xwe terikandine 45 hezar kes li Sirbîstanê, 14 hezar kes li Bosna Hersekê, 8 hezar û 500 kes li Hirvatîstan  û nêzî 6 hezar penaber jî hê jî Karadaxê dijîn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe