Yetîm-Dera Ewrûpayê li Somaliyê ji 2 hezar kesan re alîkarî kir

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye li Somaliya ku hişksalî û birçitî hakim e ji 2 hezar kesên feqîr û jar re alîkarî kir.

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye li Somaliya ku hişksalî û birçitî hakim e xebatên xwe yên alîkariyê didomîne. Komele vêcar jî li Somaliyê ji 2 hezar kesên feqîr û jar re alîkarî kir.

Her weke ku tê zanîn Yetîm-Dera Ewrûpayê di van rojên borî de li gundên Ceelfarey û Çagaarana Somaliyê bîrên avê yên ku dê 2 heza rû 500 kes jê îstîfade bikin vekiribû. Komale li welêt alîkariyên xwe bênavber didomîne. Komele vêcar jî li Somaliyê ji 2 hezar kesên feqîr û jar re alîkariya erzaqê kir.

M. Nurullah Gunaydinê temsîlkarê Tirkiyê yê Yetîm-Dera Ewrûpayê ye di derbarê alîkariyên ku hatine kirin de ji ÎLKHAyê re axivî. Gunaydin di axavtina ku kir de destnîşan kir tehlûkeya hişksalî û birçîtiyê ya li Somaliyê  di raporên  Neteweyên Yekbûyî de cî girtiye.

Gunaydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek Yetîm-Dera Ewrûpayê li welatên Afrîkayê alîkariya belavkirina erzaqê û vekirina bîran kirine. Nûrullah dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em di bergeha projeya vekirina bîrên avê  de  li Afrîkayê bîrên ku dê bi hezaran kes jê sûdê werbigrin vekir û em vê xebata xwe didomînin. Projeya me ya paketên erzaqan jî dê heta dawiya meha Remezanê berdewam bike. Di heyama ewil de li Baîdoya Somaliyê ji 2 hezar kesî re alîkariya erzaqê hat kirin.”

Gunaydin di dawiya axavtina xwe de bang li xêrxwazan kir  û wiha li dawî li axavtina xwe anî: “Ev alîkariya ku em dikin ne bes e.Ji ber vê yekê em ji xêrxwazên xwe destek û alîkariyê teleb dikin.”(ÎLKHA)


























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe