Penaber li Belgrada payîtextê Sirbîstanê di depoyekî ya ku camên wê kî tune de bi derfetên zor û zehmet dijîn. Yetîm-Dera Ewrûpayê wek alîkarî xwarin da van penaberan.
Heyeta ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş, nûner Murat Korkutata û Cahît Ataş pêk dihat çûn Belgrada payîtextê Sirbîstanê. Lijne li wir xwarinê ku bi xwe re biribûn di hewaya sir û seqem de li penaberan belav kirin.
Huseyîn Ateş di qampa ku xwarin hat belavkirin de axivî. Ateş diyar kir ku penaberên li qampa li Belgradê sitirîne ne xwarin û ne jî ciyê razana wan heye. Her wiha Ateş destnîşan kir ku penaber bi sir û seqemê re rû bi rû mane. Ji ber vê yekê Ateş ji xêrxwazan ji bo penaberan alîkarî xwest.
Andreas Tolke: Avrupa Yetim-Der divê were teqdîrkirin
Ji rêvebirên Vakfa Be An Angel a ji saziyên alîkariya Almanyayê Andreas Tolke dema ku ev alîkariya wek xwarin hat kirin ew jî li qampê bû. Tolke diyar kir ku penaber bi alîkariyên ku tên kirin jiyana xwe didomînin. Tolke diyar kir ku ji bo vê teke Yetîm-Dera Ewrûpayê çendîn km rê meşiyaye da ku alîkarî li penaberan bike. Ji ber vê yekê divê ku were teqdîrkirin.
Xeyala penaberan Xerba Ewrûpayê ye
Daxwaziya penaberên ku bi agira pê xistine û betaniyeyan hewl didin ku germ bibin bes ew e ku bigihêjin Xerba Ewrûpayê.
Di qampa penaberan a Krnjacaya ku wek “Qampa Bêhêviyê” tê navandin de zarok û pîrek dimînin. Tê ragihandin ku ev qamp di heyama Şerê Yugoslavyayê de hatiye sazkirin. Li vir herî kêm 100 penberên ku ji wê heyamê mane dijîn. Niha jî penaberên ku ji welatên Afrîkayê, Efxenîstan, Pakîstan, Iraq û Sûrî penaberên ku çûne wir dijîn. (ÎLKHA)