Yetîm-DeraEwrûpayê destê alîkariyê dirêjî Arakanê kir

Yetîm-Dera Ewrûpayê cara duyemîn ji Arakaniyên ku ji zilmên hikûmeta Myanmarê û çeteyên Bûdîst reviyane û xwe sipartina kampên li Bangledeşê destê alîkariyê dirêj kir.

Yetîm-Dera Ewrûpayê cara duyemîn di bergeha “Faaliyetên Alîkariya Acîl de” ji Arakaniyên ku ji zilmên hikûmeta Myanmarê û çeteyên Bûdîst reviyane û xwe sipartina kampên li Bangledeşê destê alîkariyê dirêj kir.

Weke ku tê zanîn li Arakanê bi hezaran Mislimanên Arakanî ji teref artêşa Myanmar û çeteyên Bûdîst ve bi şikleke hovane û wehşiyane hatin qetilkirin û bi sedhezaran Mislimanên Arakanî jî ni naçarî war û welatên xwe terk kirin û xwe spartin kampên li ser sînora Bangledeşê. Yetîm-Dera Ewrûpayê cara duyemîn di bergeha “Faaliyetên Alîkariya Acîl de” ji Arakaniyên ku ji zilmên hikûmeta Myanmarê û çeteyên Bûdîst reviyane û xwe sipartina kampên li Bangledeşê destê alîkariyê dirêj kir.

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş derheqê xebatên alîkariyê yên ku ji teref saziyên wan ve bo Arakaniyan tên kirin de daxuyanî da. Ateş di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir xebatên wan yên alîkariyê bo Arakaniyan bênavber berdewam dikin.

Ateş di berdewama daxuyaniya xwe de bang li xêrxwazan kir û wiha got: “ Xebatên me alîkariyê bo Arakaniyan berdewam dikin û em hewil didin wan bexşên ku ji teref xêrxwazan ve ji me re hatine dayîn bigihijînin Arakaniyên mexdûr. Em cardin hemû kesên ku li hember vê qêrînê bêdeng namînin vedixwînin kirina destek û alîkariyê. Pêdiviya av, erzaq û konan heye. Em bi wan alîkariyên ku xêrxwaz dane me hewil didin pêdiviyên Arakaniyan tedarik bikin.”

ÎLKHA

 








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e