Yûsifê ku di êrîşê de giran birîndar bûbû çû rehma Xwedê

XARPÊT - Yûsifê ku li Elezîzê êrîşa çekdarî lê hatibû kirin û ev bû 2 meh di lênerîna giran de dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.

Her weke ku tê zanîn  di 13ê Gulana 2016an de kesê bi navê Abdulkadîr  Karakaya li Taxa Salibabaya Elezîzê bi şikeleke hovane êrîşa çekdarî biribû  li ser du birayên bi navê Yûsif Bakşî(9) û Tolga Bakşî(13) û gule li ser wan de reşandibû.

Di êrîşa ku hatibû kirin de Yûsif bakşî ji ber ku berik îsabetî serê wî kiribû wî xistibûn lênerîna giran .Yûsif ji wê rojê heta îro mucadeleya jiyanê dida.Hat hînbûn Yûsifê ku mucadeleya jiyanê dida îro jiyana xwe ji dest da.Kekê wî yê bi navê Tolga Bakşî jî hat hînbûn ku ji nexweşxanê hatiye derxistin û rewşa wî baş e.

Bav  Huseyîn û dê Melahat Bakşî berî niha di derbarê mijarê de ragihandibûn ew dixwazin ew kesê ku vê wehşetê kiriye bi şikleke herî giran bê cezakirin û bûyerê ji ÎLKHAyê re wiha anîbûn ziman: “Di derdora wextên nîvro de zarok ji bo biçin mektebê derdikevin devê derî ku kesê êrîşkar êrîşî wan dike.Pêşî 6 berikan berdaye lawê min ê bi navê Tolga.Piştî ku Tolga reviyaye êdî ji milê lawê min ê bi navê Yûsif girtiye û 2 berik berdaye serê wî.Lawê min a niha nebaş e.Haya kesê êrîşkar ji lawê min ê biçûk jî tunebû.Eger ku jê haydar bana ew ê êrîşî wî jî kiribana.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye