Yûsuf el-Karadavî bo Arakanê bang li welatên Îslamê kir

Yûsuf el-Karadaviyê ku li dijî qetlîamên çeteyên Budîst û artêşa Myanmarê bang li welatên Îslamê kir diyar kir pêwîst e di vî warî de welatên Îslamê tiştinan bikin.

Serokê Yekîtiya Alimên Misliman ê Cîhanê Yûsuf el-Karadaviyê ku li dijî qetlîamên çeteyên Budîst û artêşa Myanmarê bang li welatên Îslamê kir diyar kir pêwîst e di vî warî de welatên Îslamê û welatên Ereban li dijî wan qetlîaman bêdeng nemînin.

Karadavî di daxuyaniya ku belav kir de wisa got: “ Ez bang li wan welatên Îslamê û yên Ereban dikim ku ew li ba qeta Xweda ji birayên xwe yên Misliman ên Arakanî mesûl in û ew ê wan ji ber bêdengiya wan a derheqê vê mijarê de bikşîne hisabê. Ger welatên Îslamî bixwazin dikarin bi pêwendiyên xwe yên navneteweyî zexta siyasî û aborî li hikûmeta Myanmarê bikin. Me dît ku hinek derdorên ku hindik in bi pêwendiyên xwe yên bi dewletên mezin re zext li hikûmeta Myanmarê kirin da ku bi wan re rêya lihevkirinê bigre. Dînê Îslamê ji me re emir dike ger bi şer be jî divê bo êrîş û zilm bên sekinandin alîkariya birayên xwe yên mezlûm bikin.”

El-Karadavî di daxuyaniya xwe de bang li welatên Îslamê kir da ku ev qetlîam bên sekinandin wê dîplomasiya çalak û erka muhîm ê Serokkomar Recep Tayyî Erdogan teqdîr dikin.

Karadavî  helwesta welatên Ereban rexne kir û diyar kir ew meşxala û lihevnekirina di nav wan dewletên Ereban de li ber xwedîderketina birayên xwe yên Misliman asteng e.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Avrupa Yetim Eli Helebçe de werdê iftari da
Ji bo tendurustiya zarokan di sunetê de gavên rast şert in
Ji ber baran, berf û aşîtê Meteorolojîyê hişyarîyek da
Rûsya ji bo Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hişyariyê dide
Rêxistina Ewrûpa Yetîm Elî li Helebçeyê bernameya fitarê li dar xist