Yusuf El Qaradawî Li Ezherê Ye

Yusuf El Qaradawî Pey Sî Salî Li Ezherê Xutbe Da

Serekê Yekîtiya ‘Alimên Îslamê Yusuf El Qaradawî, pey sî sal heyata nefyê hat Misrê û li Camiya Ezherê xutba înê da.

Qaradawî berî sî sala hatibû surgunkirin Qeterê. Yûsûf El Qaradawî di xutbê de go: “Hemd ji Xweda re be ku pey sî sal ez li surgunê mam ez vegerandim Ezhera ku min lê xwendiye û ders daya. Hemd ji Xweda re be ku va ez dîsa li Ezherê xutbe didim.”

Yusuf El Qaradawî di xutba xwe de li ser êrîşên Siyonîstan jî sekinî. Qaradawî di vê derbarê de jî go: “Bê deng mana ji êrîşên siyonîstan re ne caiz e. Ey Îsraîl! Xweda çawa demek firsetê dabe zalim berî te, dide te jî, tu bi sîlehên di destê xwe de bi tenê dikarî canê me bistîn lê belê tê tu dem nikaribî zilletê bi me bidî jiyandin.” www.bangaheq.net

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be
Ew ê li çar alîyê Tirkîyeyê baran bibare