Yusufî Siddiq Durxun di girtîgehê de wefat kir

Siddiq Durxunê ku ji ber doza Îslamî hat girtin li Girtîgeha Tîpa R ya Xarpêtê rehmet kir.

Hat ragihandin Siddiq Durxunê ku bi navê Xalê Muhemmed dihat zanîn û ji ber nasnameya xwe Îslamî hatibû girtin di 72 salîya xwe de li Girtîgeha Tîpa R ya Xarpêtê rehmet kir.

Xalê Siddiqê ku li navçeya Hazroya Diyarbekirê hatibû dinyayê di salên 90î de di xebatên Îslamî de cî girtibû û bi xortan re eleqedar bûbû ku ji ber vê yekê dijminên Îslamî her tim gef lê xwarin.

Di wan salên 90î de rêxistina murted PKK Xalê Siddiq têxistibû lîsteya xwe ya mirinê. Lê belê wî ti car li hember gefxwarinên rêxistina murted serî netewand û xebatên xwe yên Îslamî domand. Xalê Siddiq cara ewil di salên 2000î de hat giritin û piştî 7 mehan tahlîye bû.Lê ji ber bi netîcebûna doza mehkemê Xalê Siddiq di 17ê Sibata sala 2021ê de cardin hat girtin.

Xalê Siddiqê ku ji hingî ve di girtîgehê de dihat girtin doh di şeveqê de li Girtîgeha Tîpa R ya Xarpêtê rehmet kir.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Cenazeyên 14 şehîdan ji bin kavilên xaniyekî li Xezzeyê hatin derxistin
IHO EBRAR li Etiyopyayê ji bo emeliyatên katarakt û nexweşên penceşêrê piştgiriya darayî peyda dike
Di encamê de kesek bi giranî birîndar bû
Li Pakistanê di mezinahîya 5,2yan de erdhej
Du gumanbarên têkiliya wan bi êrîşa li ser cihê kar a li Dîyarbekirê re hene hatin girtin