Hesen Safadî muslumanek Filîstînî ye. Ji teref hêzên siyonîst ve hatibû girtin. Ev serê 168 rojan e ku di greva birçîbûnê de bû. Siyonîst Îsraîl mecbûr ma, serê xwe li ber berxwedana Hesen Safadî tewand û wî berda. Piştî berdanê Safadî diyar kir ku berdana wî zafereke tarîxî ye.
Piştî berdanê, Safadî çû mala xwe ya li Nablûsê. Safadî ji qezetevanan re îfade kir ku digel rewşa tendurustiya wan xerabe jî, moralên girtiyên di hepsa er-Remeyê de xurt û bilind e. Safadî wiha diyar kir “Li hember hêzên îşgalker, min mucadeleke dirêj û zor kir. Di grevê de min moralê xwe zêde û bilind girt.”
Hat gotin ku îdara siyosnîst Îsraîlê îşgalker, berî niha bi girtiyan re li hev kiribû. Li gor wê lihevkirinê, Safadiyê ku di 20 Hezîranê de 73 roj bû ku di grevê de bû dihat berdan. Feqet ne hat ber dan. Ji ber vê yekê jî, Safadî ji bo ku muddeta girtînê ya zêde dirêj û girtiyên keyfî protesto bike, dîsa dest bi greva birçîbûniyê kiribû. Ev deh sal e Safadî di hepsan de girtîbû.
www.bangaheq.net