Zanîngehan Ji Bo Filistîniyan Qirar Da

Berî nıha 111 rektorên tırkıyê, jı bo ğezzeyê beyanatek weşandıbû, nıha jî qırar hat dayîn ku lı tırkıyê, jı bo xwendekarên fılıstînê kontenjaneke îlawe û bûrs bê dayîn.

111 rektorên zanîngehên Tirkiyê, ji bo drama însanî ya ku li Ğezzeyê diqewime ji qamûya dinyayê re eşkere bikin, bi 11 zimanan beyanatek weşandibû. Niha jî ji bo perwerdeya bêucret ya ciwanên Filistînê dest bi hereketê kir.

 


Rektor li Enqerê hatin cem hev û qirar hat dayîn ku li zanîngehên dewlet û weqfan, ji bo xwendekarên Filistînê kontenjaneke îlawe û bûrs bê dayîn.
Di vî warî de zanîngeha ku herî ewil qirar da, Zanîngeha Hacettepe ye ku daxuyaniya rektoran bi qamûyê re parve kiribû.

 


Rektorê zanîngehê Prof. Dr. Murat Tuncer da zanîn ku wê di fakulteyên zanîngehê de, muracaetên xwendekarên filistînî dîqet bigrin û ji wan re kontenjanê vekin. Her wiha got ku wê ji van xwendekaran re alîkariya wargeh, çûnûhatin û xwarinê jî peyde bikin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin