Zarîf û Çavuşoglu hevdîtin kirin

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf hevdîtin kirin.

Piştî hevdîtina ku hat kirin re her du  wezîr daxuyanîya çapemenîyê ya hevpar dan û rojevê nirxandin.

Çavuşoglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir: “Ew ê civîna sêalî ya di formata Astanayê de dê li Tehranê bê kirin.Me îro  amadehîyên vê civînê da destpêkiirn.Min û birayê min Zarîf, meseleyên herêmî û pêwendîyên dualî nirxand.Niha li Qafqasyaya Başûr agirbestek heye ku em tev dixwazin ev yek mayînde be.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf jî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, Îran û Tirkîye di rojên zor û zehmet de li ba hev bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em qedr û qiymeta van rojên zor û zehmet dizanin. Ez bawer dikim û hêvîdar im, piştî ku li Amerîka dewleta terorê çû re ji bo Îran û Tirkîyê tiştên baş çêbibin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mala îxtîyaran de bi kêrê êrîş: 2 mirî, 1 birîndar
Li Diyarbekirê 173 kîlo esrar hat bidestxistin
Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin
Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 622 kes şehîd bûn
Li Rihayê piştî limêja înê ji bo Saklananê şehîdê Qudsê daxuyanî hat xwendin