Zaroka ku wesayîta bi zirx lê qelibî jiyana xwe ji dest da

Zaroka 6 salî ya ku li Sêrtê wesayîta bi zirx a polêsan lê qelibî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin li Kolana Aydinlara Sêrtê wesayîta bi zirx a polêsan li zaroka 6 salî  ya bi navê Felek Batur qelibî, di encama lêqelibînê de Batur jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin doh wesayîta bi zirx a polêsan a ku li ser kolana Aydinlarê dewriye digeriya  li zaroka bi navê Felek Batur a ku dikir derbasî wî aliyê rê bibe qelibî, di encama lêqlibînê de Felek Batura 6 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Her weke ku tê zanîn di nav vê saleke dawî de li Kerboran, Silopî, Wan, Sêrt, Diyarbekir, Stenbol, Şirnex û cihên hwd ji ber wesayîtên bi zirx tev de 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin