Zaroka Sûriyeyî ji serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest da

Zaroka yek salî ya pîreka ku ji ber şerê Sûriyê bazda û hate Tirkiyê li Otogara Edenê ji ber serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest da.

Zaroka yek salî ya pîreka ku ji ber şerê Sûriyê ji bajêra Heleba Sûriye bazda û hate Tirkiyê li Otogara Edenê ji ber serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin Nesrîn Berdoşa 33 salî piştî ku êrîşên Rûsyayê li Halebê zêde bûn re ew û digel 5 zarokên xwe ku herî biçûkê wan yek salî bû bi peyatî  ji Helebê hatin Tirkiyê.Nesrîn Berdoşa ku digel 5 zarokên xwe hatibû Edenê ji bona biçin Stenbolê li otogara Edenê rawestiyan ku Nesrîn Berdoş fêmkir ku  qîza wê yek salî Garam Berdoş qet hareket nake û hewl da da ku wê hişyar bike.

Nesrîn piştî ku alîkarî ji derdora xwe xwest re ambûlans hate otogarê. Karkerên tenduristiyê piştî ku hatin cihê bûyerê fêmkirin ku Garama yeksalî jiyana xwe ji dest daye.Hat ragihandin Garam ji ber serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest daye.Hat hînbûn berî vê 4 mehan jî zilamê wê jiyana xwe ji dest daye.

Ji rexê din ve hat hînbûn cenazeya zaroka yeksalî ji teref malbata wê ve ji ber bê îmkan û derfetiyan nehatiye girtin.Ji ber vê yekê cenazeya Garam piştî ku 15 rojan hat sekinandin re ew ê li Goristana Bêkesan bê definkirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar