Zarokan reng dan bernameya ku di bin serenava ‘Wehdet û Biratiyê yê Rêber Hz Muhammed’ a ku ji teref Koordînatortiya bajarê Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve hatibû lidarxistin
Zarokên ku ji bajar û navçeyên cûr bi cûr hatibûn hestiyarên xwe ji ÎLKHAyê re dîyar kirin.
Mahsûr û Muhemmed Şîmşekên ku ji bo bernamê hatibûn Diyarbekirê wiha axivîn: “Çendîn hefte bû ku em li benda vê rojê bûn. Em dê li Diyarbekir, Êlih û li her derê Tirkiyê evîndariya xwe ya ji bo Pêxember bidin nîşandan.”
Muhemmed Mehdî Ozturkê ku ji navçeya Qosera Mêrdînê hatibû diyar kir ku bername gelek xweş bû.
Ji zarokan Yusuf Demîr belav kir ku wek her sal îsal jî beşdarê bernamê bûye û gor wî bername gelek xweş derbas bûye. Ji ber vê yekê diyar kir ku dixwaze hemî hevalên wî jî bên vê bernamê bibînin.
Muhammed Yusuf Aydin belav kir ji ber ku beşdarê bernamê bûye pirr kêfxweş bûye. Aydin diyar kir sedema civîna gel a li wê qadê Wîladeta Pîroz ê Hz Muhemmed e.
Minahena Demîr jî diyar kir ku çendîn roj bû ku li benda vê rojê bûye.
Zeynep Aydin bal kişand ku ev bename gelek xweş û watedar bûye. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Divê ku her zarok were bernama Wîladeta Pîroz. Kî ji Wî hez dike divê ku di vê qadê de dengê xwe derêxe.” (ÎLKHA)