Zarokê ku ceryanê wî girt canê xwe ji dest da

Li navçeya Wêranşara Rihayê zarokekî 4 salî ceryanê wî girt û canê xwe ji dest da.

Bûyer, li gundê Yeşîlaliça Wêranşarê pêk hat.

Li gorî îddîayan; Suphî Yaşarê ku di nav mala xwe de ji xwe re dileyîst, dema ku bi qabloya tazî leyîstîye bi ceryanê ketîye.

Zarokê ku giran birîndar bû, ji teref malbatê wî ji Nexweşxaneya Dewleta Wêranşarê re hat rakirin.

Zarokê ku li vê derê jê re midexeleya ewil hat kirin ji Nexweşxaneya Faqûlteya Tip a Zanîngeha Herranê re hat sewqkirin, lê zarok digel tememî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno