Zarokê ku di êrîşa PKKê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Li Sêrtê di sibeha 15ê Tirmehê de Yûsûf Erzenê 10 salî di êrîşa ku ji teref PKKê ve hatibûn rast kirin de birîndar bûbû, piştî 71 rojan jiyana xwe ji dest da.

Di sibeha 15ê Tirmehê de PKKê li Sêrtê li ser Qereqola Polîan a Cumhûrîyetê û Qişleya Rojhilata ya bi ser Fermandariya 3emîn ya Tugaya Qomandoyê ve ye êrîş rast kir. Di dema êrîşê de Yûsûf Erzen (10) û dêya wî Besna Erzen li ser banê xaniyê xwe razabûn û ji ber berika ku îsabet kir Erzen birîndar bûbû. Zarokê birîndar piştî 71 rojan jiyana xwe ji dest da.

Dê Besna Erzen, ji teref ekîba tenduristîyê ve sewqî nexweşxaneya dewletê ya Sêrtê hatibû kirin û piştî tedawiya wê ji nexweşxaneyê hatibû derxistin, encax kurê wê Yûsûf Erzen (10) yê ku giran birîndar bûbû bi hinceta talûkeya jiyana wî berdewam dikir wî sewqî Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê kirin. Yûsûfê biçûk yê 10 salî piştî 71 rojan digel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin