Zarokê ku ji balkonê ket xwarê canê xwe ji dest da

Li navçeya Bêrecûka Rihayê zarokekî 13 salî yê ku li balkonê hevsengîya xwe winda kir û ket ‘erdê canê xwe ji dest da.

Bûyer, li Taxa Meydana ku li navçeya Bêrecûka Rihayê ye qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin, Muslum O. (13), ji ber sedemeke nediyar hevsengîya xwe winda kir û ji balkonê ket xwarê.

Zarokê ku giran birîndar bû, ji teref ekîbên tenduristîyê ên ku sewqê cihê bûyerê hatin kirin ve hat rakirin Nexweşxaneya Dewleta Bêrecûkê. Muslum O. Li ev derê jî digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin