Zarokekî 6 salî yê ku daxwaz dikir di rê de derbasê alîyê dinê bibe canê xwe ji dest da

Li navçeya Yenîşehîra Dîyarbekir Ayaz Kuzhan (6) ê ku dixwest di rê de derbasê alîyê dinê bibe erebe lê qelibî û di encama qezayê de canê xwe ji dest da.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Ayaz Kuzhan doh êvarê li ser Caddeya Ahmed Arîfê ku di navbera Taxa Huzurevlerî û Medyayê de ye dixwaze derbasê alîyê dinê bibe erebe lê diqelibe.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê qezayê ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Ayaz Kuzhan bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyeke taybet û li vê derê jî digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat diyarkirin bedenê Ayaz piştî otopsîyê ewê ji malbata wî re bê dayîn.

Şofêrê erebeyê ji teref polêsan ve hat binçavkirin û derheqê qezayê de tehqîqat hat despêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe