Zarokên Diyarbekirî ji bo nimêjê meşiyan

Li Diyarbekirê zarok ji bo balan bikşînin li ser girîngiya nimêj û îbadetan li Mizgefta Mezin a Sûra Diyarbekirê bi şikleke girseyî nimêj kirin.

Zarokên ku li Diyarbekirê ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve di warê nimêjê de hatin perwerdekirin, ji bo balan bikşînin li ser girîngiya nimêj û îbadetan li Mizgefta Mezin a Sûra Diyarbekirê bi şikleke girseyî nimêj kirin.

Weke ku tê zanîn ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve  “Meha Tebaxê Meha Nimêjê” hatibû îlankirin û li her derê heremê di bergehê vê bernamê de 15 rojên ewil perwerdehiya nimêj û destnimêjê hat dayîn.

Zarokên ku hînî nimêjê bûn li Mizgefta Hz. Silêman a ku lê 27 sahabî medfûn in li hev civiyan û li wê derê nimêja nîvro digel cemaat eda kirin û dû re ber bi Mizgefta Mezin a Sûra Diyarbekirê meşiyan.

Zarokên ku di rê de salawat û tekbîran dianîn dirûşmeyên mîna “Nimêj sitûna dîn e” avêtin. Meşa zarokan û dirûşmeyên ku zarok avêtin bala derdorê kişand û xelkê derdorê helwesta zarokan a di warê nimêjê de pir eciband.

Zarok dema ku gihaştin mizgeftê 2 rikat nimêja şikrê eda kirin û 99 navên Xwedê zikir kirin.

Muezzînê Mizgefta Mezin Recep Sevuk piştî nimêjê ji zarokan re derheqê girîngiya nimêjê de sohbetek kir. Sevuk di sohbeta xwe de destnîşan kir ji bo tesdîqkirina yekîtiya Xwedê wezîfeya herî mezin e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nimêj nîşaneya îmanê ye û nûra qelban e, qewetê ruh e, mîraca mu’minan e. Dema ku em mirin ew ê hisaba nimêjê ji me bê pirsîn. Ger nimêj temam be înşallah ew ê ew kes xilas bibe.”

Koordînatorê Diyarbekirê yê Platforma Nesla Qur’anê Hayrî Başegmez jî derheqê bernameya ku hatiye tertîpkirin de destnîşan kir  zarokên ku bi nimêjê mezin bibin dê ji civak û malbatên xwe re gelekî bi feyde bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger zarokên me bi nimêjê mezin bibin ew ê jiyana wan xweştir û baştir bibe.”

Zarokên bi navê Muhammed Cîhad Arana, Muhammed Şefîk Akyildiz  û Abdulwehap Keşlî jî ji ber tertîpkirina bernamê kêfxweşî û şahiyên xwe anîn zimên.

ÎLKHA

















































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe