Di Sura Diyarbekira ku bi taybetiyên dîrokî û çandî ve tê nasîn de zarokên ku ji mal û dibistanên xwe bûne dixwezin ku dagerin mal û dibistanên xwe yên ku hatine şewitandin. Her wiha zarokan daxwaziya dinyayekê xweştir kirin.
Di Sura Diyarbekirê de 78 roj in ku qedexeya derketina derve heye. Di vê pêvajoyê de kesên ku herî zêde mexdûr bûne bê guman zarok in. Her wiha ev zarokên ji ber ku mal û dibistanên wan hatine texrîb kirin ji perwerdehiyê mehrûm mane. Ev zarok bi dilê xwe yên nazik ve bang li dinê kirin.
Tê diyar kirin ku di pevçûnan de Kudekistan û Dibistana Suleyman Nafîz, Dibistana Mardînkapiyê û Dibistana Navîn a Mardînkapiyê, Dibistana Cumuriyet û Dibistana Yavuz Selîmî zirarê dîtine. Xwendekarên ku divan mekteban de perwerdehî didîtin wan neqlê dibistanên hawîrdor kirine.
750 xwendekar ji perwerdehiyê bûn
Di navenda Surê de bi tevahî 8 hezar û 500 xwendekar hebûn. Hat ragihandin di 6 taxên ku qedexeya derketina derve didome de di 7 dibistanan de nêzê 4 hezar û 700 xwendekar ji ber pevçûn û qedexeya derketina derve, ya li dibistanên din hatine neqil kirin an jî wek mêvan çûne dibistanên din.
Ji van xwendevanan 750yê wê jî perwerdehiya xwe bi rêkûpêk nedomandin. Ji 4 hezar xwendekaran hinekê wê ya çûn dibistanên din yên navçeyên bajêra navend an jî bi malbatên xwe re ji bajêr derketin.
“Mal û dibistanên me şewitandin”
Îbrahîm Çelîkê (7)ku pir bêriya mal û mekteba xwe kiriye wiha axivî: “ Mala me şewitandin. Ez Dibistana Suleyman Nazîfî de dixwînim. Dibistana me jî şewitandin. Min bêriya hevalên xwe kiriye. Ez aşitî dixwazim.”
Mustafa Sancarê (8) diyar kir ku bi hevalên xwe re reviye bere li mala xaltiya xwe maye. Dûvre di dera ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hat texsîs kirin de dimînin.
“Dema ku me qedexeyê bihîst em revîn”
Mehmet Alî Eretê 7 salî diyar kir dema bihîstine ku dê qedexe çêbe revîne. Dûvre Alî Eret axavtina xwe wiha domand: “Dema ku me qedexeyê bihîst em revîn. Nexwe dê em di navçeyê de bimana. Em aşitî dixwazin. Em dinyayekê bîhtir dixwazin.”
Zarokekî yê ku di Taxa Koreya Surê de dijîya jê pirsin: Te bêriya mala xwe kiriye? Wek bersiv, “Mal nema. Hemî xilas bûn. Hev kuştin.” bersiv da.
“Kî naxweze ku biçe mala xwe”
Leyla Dayan(13) diyar kir di avahiya ku ji teref walîtî ve hat texsîs kirin de dimînin wiha axivî: “Em bes dixwazin ku aşitî hebe.”
Li Leyla Dayanê pirsîn, “Gelo tu dixwazî biçî mala xwe? Wek bersiv “Kî naxwaze ku biçe mala xwe.” (ÎLKHA)