Li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê ya malbatên ku Pkkê zarokên wan revandine çiyê, ev serê du meh û nîvan e dewam dike.
Du dayikên din beyan kirin ku Pkkê zarokên wan revandine çiyê û tevlî çalakiya rûniştinê bûn. Memîha xanima diya 6 zarokan, bi qîza xwe ya yek salî re ji Muksa Wanê hat Diyarbekirê û tevlî çalakiyê bû. Memîha xanimê îfade kir ku meha borî kurê wê yê 19 salî hatiye xapandin û revandine çiyê. Bi hêviya dengê xwe bilind bike û kurê wê vegere, tevlî çalakiya rûniştinê ya li meydana Şêx Seîd bû.
Nezîre xanima diya 5 zarokan jî li Diyarbekirê dijî. Nezîre Xanim beyan kir ku du meh berê kurê wê Firatê 16 salî, ji malê derketiye û careke din ji wî tu salox hilneanîne. Nezîre Xanimê îfade kir ku ji ber rewşa wan a maddî ne baş e û di kirê de ne, kurê wê hem dixwend hem jî dixebitî. Ji Xweda hêvî dike ku kurê wan ji wan re sax silamet bişîne.
Çınarın Sesi