Her weke ku tê zanîn heftiya borî li Entabê Ferhat Alî Seyrekê 12 salî yê Sûriyeyî qirika wî hatibû jêkirin. Serokê Bajêra Entabê yê HUDA PARê M.Nakşî Erat di derbarê vê cinayeta ku hatiye kirin de daxuyaniyên girîng da û diyar kir ji ber şerê ku pêk tê herî zêde zarok mexdûr dibin, li Tirkiyê exlebeya zarokên Sûriyeyî nikarin biçin mektebê û nikarin perwerdehiyê bibînin.
Erat di berdewama axavtina xwe de di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Ez dixwazim bi pêşanî ji Ferhat Alî Seyrekê ku bi şikleke wehşîyane hatiye qetilkirin re rehmetê û ji malbata wî re sebrê ji Xweda Teala teleb bikim.Exlebeya zarokên Sûriyeyî yên ku hatine Tirkiyê ji ber bêderfet û îmkaniyan nikarin biçin mektebê û ji bona ku alîkariya malbatên xwe bikin dixebitin.Yek ji van zarokan jî Ferhat bû.Ferhat hêj 12 salî bû û hewl dida alîkariya malbata xwe bike û ji ber yekê jî dixebitî.Ferhatê ku dikir alîkariya malbata xwe bike bi şikleke wehşîyane hat qetilkirin.Ev bûyera ku pêk hatiye cardin nîşanî me daye ku ka penaberên ku di derveye konên ku li Tirkliyê ne dijîn di nava çi zehmetiyê de ne.”
“Pêwîst e ku zarokên Sûriyeyî perwerdehiyê bibînin”
Erat di berdewama axavtina xwe de diyar kir li gor reqamên fermî 350 hezar li gor yên xeyrî fermî zêdetirî 400 hezar kesên Sûriyeyî li Entabê îkamet dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Entabê nêzî 60 hezar zarokên Sûriyeyî hene, ji ber ku ev zarok nikarin biçin mektebê rasta tehlûke û xetereyên cûrbecûr tên.Her wiha bi qasî ku em hînbûne ev zarok hewl tên dayîn da ku bibin xiristiyan. Ji bilî van ev zarok ji teref hinek kesên niyet xerab ve di bin şert û mercên giran de tên xebitandin. Divê demildest pêşîya ve yekê bê girtin.Ji vê girîngtir jî pêwîst e ku ev zarok karibin biçin mektebê.”
Erat di dawiya axavtina xwe de diyar kir divê em bi şiûra Ensaran xwedî li birayên xwe yên Sûriyeyî derkevin û ji wan re rehmetê bikin.(ÎLKHA)