Zarokên Sûriyeyî Qurana Pîroz hîn dibin

Mamosteyên dildar dersên Qurana Pîroz û zimanê Tirkî didin zarokên ku ji ber şerê navxweyî ya li Sûrî koçê Tirkiyê kirine.

Zarokên Sûriyeyî yên ji ber şerê navxweyî ya li Sûrî koçê Tirkiyê kirine li Êntabê di Navenda Civaka Ensar de ji mamosteyên dildar dersên Qurana Pîroz û zimanê Tirkî hîn dibin.

Li Entabê, zarokên ehlê Sûrî him perwerdehiya dînî dibînin û hi jî wek tendirustî tên qontrolkirin, ji bo wan avahî tên temînkirin û ji wan re şêwirmendî û rêberî tê kirin. Zarok him ji ber ku Qurana Pîroz û zimanê Tirkî hîn dibin ew pirr kêfxweş in.

Midûrê Navenda Civaka Ensarê yê Şarederiya Mezin ê Entabê Salîh Açikgozî li navendê zarokên ku di nav wan de zarokên êtîm û sêwî yên ehlê Sûrî hene ji xeynî hînbûna Qurana Pîroz zanistên Îslamî, Zimanê Tirkî jî hîn dibin.

Açikgoz, destnîşan kir armanca wan ew e ku bi vê perwerdehiyê zarokên ehlê Sûrî rehettir bikin. Açikgoz, diyar kir ji bo ku zarokên ehlê Sûrî dînê xwe hîn bibin ew dersên Qurana Pîroz bistînin û zimanê Erebî jî baş hîn bibin ders didin zarokan.

Açikgoz wiha ragihand: “Me ji bo ku perwerdehî bidin zarokan û bandora şer ya li ser wan rakin vê derê vekir. Vê derê em zêdetir ji bo perwerdehiyê bikar tînin. Karê me ya eslî şêwirmendî û teqîb e. Ji xeynê vê yekê me kêmasiya zarok û pîrekên ehlê Sûrî dît. Li vir ji bo ku bi însanan re têkevin têkiliyê û di derbarê hînbûna zimanê Tirkî û zimanê wan  de me kêmasiyan dît. Ji bo ku dînê xwe jî hîn bibin em dersê Quranê didin wan. Di bavenda me de Tirkî, Erebî, Îngilîzî, matematîk, resim, drama û qursên musîkê didin wan. “

Açikgoz, destnîşan kir ku di nav navenda wan de heta pola 8 emîn ders tê dayîn. Dûvre Açikgoz wiha diyar kir: “Em vê derê di şûna dibistanê de wek etut bikar tînin. Di navenda me de polen yekemîn û 8 emîn hene. Her wiha qursên me yên tomerê jî hene.”

Açikgoz, diyar kir ku di qursa wan de him zarokên ehlê Sûrî û him însanên mezin hene. Dûvre Açikgoz wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji bo ku zarokên ehlê Sûrî û însanên gihaştî dînê Îslamê ji bîr nekin jî kursên me yên Erebî hene. Lewra dê rojeke ev zarok dagerin welatên xwe. Dema ku biçin welatên xwe ji bo ku perwerdehiya xwe bidomînin divê ku ev perwerdehî tam bibe.” (ÎLKHA) 


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe