Zarokên Malbata Ambarê yên ya ku ji Heleba Sûrî ji ber şer û pevçûnan çûn Îdlîbê û li wir jî derbasê Diyarbekirê bûn pirraniya Qur’ana Pîroz di bin bombeyan de ji ber kirin.
Mlabata ku niha bi xizmên xwe re 19 kes bi hev re dimînin di zor û zehmetiyê de jiyana xwe didomîn. Abdulkadîr (13), Ahmet (7) û Fatima Ambar (4), berê jî li Sûrî perwerdehiya hafiztiyê li welatê xwe didîtin. Piştî ku ew hatin Tirkiyê ji bo jiberkirina Qur’anê heman ezm didome.
Abdulkadîr Ambar diyar kir ku li Sûrî di gel şer û pevçûnan çûna mizgeftê îhmal nekirine. Ambar wiha destnîşan kir: “Ez li Heleba Sûrî dijiyam. Li Sûrî bombe diteqiyan û serserê me de dibarîna. Di gel vê yekê em diçûn mizgeftê û me perwerdehiya hafiztiyê distand. Me Qur’ana Pîroz dixwend. Me di bin bombebaranê de xebatên hafiztiyê dikir.”
“Piştî ku rewşa Helebê xera bû em çûn Îdlîbê”
Ambar ragihand piştî ku rewşa Helebê xerab bûye ew çûne Îdlîbê. Dûvre Ambar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li Sûrî di karê benzîn û mazotê de dixebitîna. Tirkiye û Sûrî jî pir xweş in. Lê li Sûrî bombe diberin. Li Helebê tiştekî tune. Nan, kar û heyat tune. Dema ku Heleb ket vê halê em çûn Îdlîbê. Em ji wir jî hatin Tirkiyê.”
Ahmet Ambar jî diyar kir dema ku li Sûrî bonbebaran çêbûye wan xwe li malê xef kirine û di vê pêvajoyê de jî ji Qur’ana Pîroz sûre ji ber kirine.
Abdulkadîr Ambarê 14 salî yê ku 2 sal berê koçê Tirkiyê kiriye diyar kir ku ew hewl didin alîkariya xizmên xwe bikin.
“Bavê min bê kar û apê min jî nobedar e”
Ambar diyar kir ew mendîl difroşe da ku piştgiriya madî bide malbatê. Dûvre Ambar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez jî ji Sûrî hatim. Ez diçim dibistana Sûriyeyiyan. Ez xwendinê hez dikim. Her wiha ez mendîl difroşim. Ji ber tunebûnê ez mecbûr im mendîl bifroşim. Kar tune, pere tune. Apê min nobedarî dike. Em 19 kes di heman malê de dijîn.”
Abdurrahman (5), Ahmet (8), Yusuf (9), Hamza(8), Ahmet Ambar (7), Abdulkadîr Ambar (13), Muhammed (11) û Fatima Ambar (4) ji Sûrî 10 roj berê bi malbatên xwe re koçê Tirkiyê kirin. Her wiha ji xizmên wan Abdulkadîr (14), Ahmet (4) ûBaraka (2) jî 2 sal berê hatine diyarbekirê. Niha 11 zarok û 8 kesên mezin bi tevahî 19 kes di heman malê de dijîn.
ÎLKHA