Serokatiya karên Diyanetê, teqwîma qursên Quranê yên îsal beyan kir. Îsal li camiyan qursên Quranê di 24ê Hezîranê de dest pê dikin.
Diyanet bi amanca xizmetên xwe xurttir bike, dest bi xebatan kir. Di vê çarçovê de li ser qursên par, raporeke nirxandinê hat hazirkirin. Li gorî raporê par, bi temamî 2 milyon û 731 hezar û 539 kes tevlî qursên Quranê bûne. Ji sedî 85ê wan yên di navbera 6 û 14 salî de ne. Hat gotin ku rakirina şerta qedandina sinifa pêncan, di vê hejmarê de tesîr kiriye. Zêdetirî 12 hezar û 500 kes yên beriya mektebê tevlî qursan bûne.
Diyanet kiriye meqsed ku îsal zêdetirî 3 milyon xwendekar tevlî qursên Quranê bibin. Diyanet îsal li xwendekaran seta bi navê “Ez dînê xwe hîn dibim” 4 kitêban hediye dike. Bi vî awayî ew ê xwendekar hem Quranê hîn bibin hem jî îlmîhalên fikhî û heyata pêxemberê me jî biellimin. BANGAHEQ