Zarrab bûyeran gelekî zêde rihet dianî zimên ku ev yek jî bala hemû kesî kişand li ser xwe

Arîkarê Serokwezîr Işik derbarê doza Riza Sarraf de diyar kir “Zarrab bûyeran gelekî zêde rihet dianî zimên ku ev yek jî bala hemû kesî kişand li ser xwe.”

Fîkrî Işikê Arîkarê Serokwezîr bo ziyaretinan hat Mêrdînê. Işik di bergeha ziyaretan de Walîtiya Mêrdînê ziyaret kir û li wê derê pirsên endamên çapemeniyê bersivand.

Arîkarê Serokwezîr Işik pirsa derbarê doza Riza Sarraf de  wisa bersivand: “Mehkemeya ewil doh dest pê kir. Niştina ewil hat kirin. Zarrab bûyeran gelekî zêde rihet û ji xwe bawer dianî zimên ku ev yek jî bala hemû kesî kişand li ser xwe. Hetta li gor şîroveyên hinek rojnamegerên Amerîkayî  Zarrab weke ku tiştek nebûye û weke CEO hemû tiştî vegot. Em hêvî dikin ku ne Zarrab û ne jî tu kesekî din di nav vê komploya li dijî Tirkiyê de cî negire. Divê hemû kes baş bizanibe ku Tirkiye dê vê komploya li dijî îtîbar û ekonomiya Tirkiyê hatiye kirin qebûl neke. Ji serî ve xuya dikir ku ew ê ev doz li dijî Tirkiyê bie doza îftîrayan.”

ÎLKHA












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e