'Zêdebûna rayên me bu sedema qurifîna hin kesan'

Namzetê serbixwe yê Amedê Zekerîya Yapcioglu, nav neda lê bal kişand ser gotinên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ên ku li Êlihê gotubûn, rexne kir û got, hin kesan dîtin ku di anketan de rayên Namzetên Azad zêde bûne ji ber vê yêkê qurifîn.

Namzedê parlementerê serbixwe yê Amedê Zekerîya Yapicioglu yê ku HUDA PAR piştgirîyê didiye , nav neda lê bal kişand ser gotinên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ên ku li Êlihê gotubû ‘ Rayên xwe nedin namzetên xweser’, rexne kir. Yapcicioglu wiha îfade kir: Zengil lê ket. Çawa serserkî diçin dibînin.

Yapicioglu li navçeya Sûrê ya li Derîyê Mêrdînê buroya hilbijartinê bi merasîmekî vekir. Vekirina buroyê bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir. Piştî xwendina Qurana Kerîm Yapicioglu axaftinek kir. Yapcicioglu destnişan kir ku li gor anketan rayên Namzetên Azad gelek zêde bûye.

Yapıcıoglu di axaftina xwe de gotînên Alîkarê Serokwezîr Arinç ên ku li Êlihê gotubûn, rexne kir û bertek nişan da gotinên Arinç a ku  gotibû, ‘ Rayên xwe nedin namzetên xweser, bidin partîyan’

Yapicioglu axaftina  xwe wiha domand: Lê binêrin nabêje  raya xwe bidin AK Partîyê, ji bo AK Partîyê raya naxwaze. Dibêje; Rayên xwe nedin namzetên serbixwe. Gelo ev nîşana çi ye? Zengil lê ket zengil. Çawa serserkî diçin êdî dibînin. Çareserîyê di gotina ‘ Rayan nedin namzetê Azad’ de dibînin.

Yapicioglu destnişan kir ku berîya damezirandina Partîya Doza Azad (HÜDA PAR) însanên herêmê  bi taybetî jî Amed mehkûmê du partîyan dibûn, gel wek gogekî di navberan van partîyan de diçûn û dihatin. Alternatîfek din tune bû. Lê êdî em jî henin.

Yapicioglu îfade kir ku hin kes hişên gel tevlihev dikin û wiha domand: Dibêjin, ‘Hûn partîyek nû nin, hûn nikarin tiştekî bikin.’ Bi van gotinan hişê xelkê me tevlihev kirin, rayên wan ji wan wergirtin û dizîn. Lê ji ber van hemû neyînîyan me di hilbijartinên herêmê de gelek ray wergirt. Her tim anket di nav gel de tên li dar xistin. Li gor van anketan me rayên xwe gelek zede kirîye. Ji ber vê yekê hin kes qurifîn.

Yapicioglu nav neda lê bal kişand ser gotinîn Alîkarê Serokwezîr Arinç yên ku li Amedê axifîbû. Wek tê zanîn Arinç li Amedê gotibû, bi AK Partîyê re tirsa şerîatê ji holê rabû.

Yapicioglu ev gotinin Arinç rexne kir û wiha nirxand: Ma ev kes nizanê yên rayan didin wan bi piranî dîndar û oldar in.  Ji ber vê yekê rayên xwe didin we. Lê wusa xuya dike ku şeriatê wek tiştekê mirov pê ditirsin nîşan didin.

Yapicioglu HDP jî rexne kir û axaftina xwe wiha domand: Ev bi salan in dibêjin: ‘Em partîya kurdan e’ lê ketîn serpîhatîya partîyek Tirkîyeyî, gotin ‘Êdî em partîyek Tirkîyeyî ne. Paşê daxuyanameyekê hilbijartinan belav kirin. Li vê daxuyanameya hilbijartinê binerin; 3 caran LGBT, 4 caran trans, 3 caran homo derbas dibin. Gelo pirsgirêkên xelkê qedîyane ku ew kes mafên bê exlaqan diparêzin.   (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar