Zêdetirî 2 hezar û 600 malên ku aîdî Mislimanên Arakanî ne hatin şewitandin

Di wan êrîşên ku li Arakanê ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve hatine kirin de bi hezaran Misliman bi şikleke hovane û wehşiyane hatin şehîdkirinû bi sed hezaran Misliman jî ji war û cihên xwe bûn.

Hat ragihandin di wan êrîşên ku li Arakanê ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve hatine kirin de bi hezaran Misliman bi şikleke hovane û wehşiyane hatin şehîdkirin  û bi sed hezaran Misliman jî ji war û cihên xwe bûn. Her wisa di nava heftiyeke dawî de zêdetirî 2 hezar û 600 malên ku aîdî Mislimanên Arakanî ne hatin şewitandin.

Rêxistinê Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW)di encama lêkolîna ku li ser dîmenên stalaytê kirin de diyar kir artêşa Myanmarê malan bi qastî û zanabûn şewitandine.

Di daxuyaniya ku teref Phîl Robertsinê Arîkarê Dîrektorê Asyayê ya HRWê ve hat dayîn de derheqê mijarê de wiha hat gotin: “ Dîmenên nû yên stalaytan nîşan dikin ku gundê Mislimanan bi temametî hatine şewitandin û ew xerakirina li bakurê eyalate Rakhaynê ji ya ku em difikirin xiraptir e ku ev yek jî me bi fikar dike.”

Her wisa di daxuyaniya ku ji teref Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyê Yekbûyî ve hatiye dayîn de derbarê mijarê de wisa hat gotin: “Zêdetirî 58 hezar Rohîngyayî xwe sipartin Bangledeşê.”

ÎLKHA














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin