Zekat malê dewlemendan ji qirêjê, dile feqîran ji kînê paqij dike

Beşîr Şîmşek ê ku endamê ÎTTÎHADê ye destnîşankir ku zekat pirek îslamê ye ku însan digihejen

Endamê ÎTTÎHADê di derbarê girîngîya zekatê de wiha ragihand: “Zekat malê dewlemendan ji qirêjê, rihê wan ji qesîsîyê; her wiha dile feqîran jî ji kînê paqij dike.

Beşîr, axavtina xwe wiha domand: “ Heger misilman dixwazin ku rizaya Xwedê bi dest bixin divê wê erka zekatê ya ku mîna pirekî  dinyayê û axretê bi hev ve girê dide bi cî bînin.

Beşîr wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di dînê îslamê de piştî îmanê du riknê din tên. Ji van riknan heger yek nimej be ya din jî zekat e. Ji ber vê yekê ulemaya îslamê di derbarê zekatê de gotine ku ‘ Zekat rikna îslamê ya 3yemîn e.’ Di Qur’anê de nimej û zekat her tim bi hev du re tên bi bîr anîn. Dema ku Qur’anê de nimej bikin tê gotin di pey vê de tê gotin ku zekatê bidin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar