Zekerîya Yapicioglu roja duyem a îdê li herêma erdhejê derbas dike

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Semsûrê wan erdhejzedeyên ku di erdhejê de nasên xwe winda kirin ziyaret kir û îda wan tebrîk kir.

Yapicioglu û heyeta pêre serê şeveqê gihaştin navçeya Kahtaya Semsûrê û ewilî çûn serdana malbata Mehmet Yavuzê ku di sala 2019an de rehmet kir.

Di ziyareta ku hat kirin de rozeta HUDA PARê ya rehmetî Mehmet Yavuz ji teref birayê wî Adem Yavuz ve ji Yapicioglu re hat hedîyekirin.

Yapicioglu piştî vê ziyaretê çû ziyareta welatîyên ku di erdhejê de zirar dîtin û nasên wan rehmet kirin. Di dema ziyaretan de Yapicioglu hal û wextê erdhejzedeyan pirsî û îda wan pîroz kir.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno