Zîhniyeta Koledar

Roj bi roj sebeb û amanca îşgala Fransa ya li Malî zelaltir dibe. Lewra Fransa di dewra koloniyê de jî, ji Malî îstîfade dikir.

 Roj bi roj sebeb û amanca îşgala Fransa ya li Malî zelaltir dibe. Lewra Fransa di dewra koloniyê de jî, ji Malî îstîfade dikir. Fransa zulm û wehşeta xwe li Malî dewam dike. Milletê perîşan dixwaze ji welêt bireve. Ji ber vê yekê jî, dibin multecî. Çete û şebekeyên ku di xizmeta cemiyetên mîsyoneran de ne, zarokên biçûk direvînin û difiroşin van cemiyetan.

Wezareta karên hundir ya Cezayîrê di pey lêkolînan famkir ku, cemiyetên misyonerên Emrîka, di nav multecî û milletên Malî û Cezayîrê de, filletiyê belav dikin. Ji ber vê yekê li welêt, xebatên van cemiyetên mîsyoneran yesax kirin.

Li gor lêkolîn û raporan hat zanîn ku, tucarên koledar ji Malî zarokên biçûk direvînin û wan difiroşin van şebekeyên cemiyetên mîsyoneran. Hat gotin ku, heta niha bi kêmanî 20 zarokên di bin 6 salî, ji Cezayîr revandine Tûnûsê ji wir jî bi hêla welatên rojava ve revandine. Dîsa hat zanîn ku, hinek welatiyên Cezayîrê jî, ji Hezîrana borî vir ve, bi van cemiyetên mîsyoneran re dixebitin. Van kesan alîkariyên ku ji Emrîka hatine, li multeciyên Malî belav kirine.

Bangehaq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin