Zîhniyeta Mîna 28ê Sibatê Li Bangladeşê Har Bûye

Îdara hikûmeta Bangladeşê ya ku dilxwazê Hîndîstan e û dijminê muslumana ye, berî niha di serî de serekê giştî yê kevn yê cemaeta îslamî Gulam Azamê 91 salî, li 12 mensûbên Cemaeta Îslamî ceza îdamê birîbûn.

Îdara hikûmeta Bangladeşê ya ku dilxwazê Hîndîstan e û dijminê muslumana ye, berî niha di serî de serekê giştî yê kevn yê cemaeta îslamî Gulam Azamê 91 salî, li 12 mensûbên Cemaeta Îslamî ceza îdamê birîbûn. Behana hikûmetê ev e ku van kesan bi îddîa sûcê 41 sal berê sûcdar dike.

Hê derdê vê zulmê neqediyabû, îja zulmê din dest pê kir. Vê paşîn ji Cemaeta Îslamî 11 jin hatin girtin û ketin hepsan. Ji Cemaeta Îslamî 9 lîder, ji mûxalefetê wezîrekî kevn û parlementerekî meclîsê jî di nav de, nêzî 40 hezar girtî li hêviya mehkemebûnêne. Ji sedî 90ê wan ji Cemaeta Îslamî ne.

Tê gotin ku mîna zîhniyet û pêvajoya 28ê Sibata Tirkiyê, li Bangladeşê tê meşandin. Hikûmeta kîndar û dijminê Îslamî, dixwaze lîderên Cemaeta Îslamî îdam bike. 40 hezar kes jî, ji ber sebebên siyasî hatine girtin.

Her wiha li Bangladeşê, tepkiyên millet yên li ber zulm û neheqiyan jî dewam dikin. Millet bi gelek awayî van zulma protesto dikin, dengê xwe li ber hikûmeta dijminê Îslamê bilind dikin.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar