Zilamê 84 salî çendîn roj e winda bûye

XARPÊT - Li Gundê Konaklanmaza Xarpêtê ev 8 roj e ku zilamê bi navê Hasan Katirci yê 84 salî xeber nayê sitandin.

Hat ragihandin ku li Gundê Konaklanmaza Xarpêtê ev 8 roj e ku zilamê bi navê Hasan Katirci yê 84 salî xeber nayê sitandin. Katirci ji 26ê Berfanbarê roja Duşemê pê ve xeber jê nayê sitandin.

Malbata Katirci ber êvarê dema lê mêze dikin ku bavê wan nayê endîşedar dibin û li ser vê yekê xeber didin Midûrtiya Rewşa Afet û Acîlê ya Bajêr (AFAD). Di gel hemî lêgerînan hêj di derbarê Katirci de xeverekî baş nehatiye bihîstin.

Huseyîn Katirci diyar kir ku digel hemî lêgerîn û pirsan di derbarê wî de agahiyekî baş bidest nexistine. Dûvre Katirci mijarê wiha diyar kir: “Bavê min di 26ê Berfanbara 2016an de çû Xarpêtê. Piştî ku karê xwe ya li wir diqedîne dizivire gund. Dema digihêje gung li ber mizgeftê peya dibe. Ji wir pê ve tu kes ji xeberek nastîne. Mirov dibê qey erd qelişî ew têket navê. Ji wê rojê pêve li her derê me lê geriya. Hinek rihê bavê min heye. Roja ku winda bûbû şapqeya xwe dabû serê xwe. Kesên wî dîtin bila ji bo Xweda me xeberdar bike.”

Zarokên Hasan Katirciyê ku winda bûye îlanên ku dan weşandin li navenda bajêr, Palo, Karakoçan ve Qovanciyanê navçeyên xarpêtê belav kirin. Kesên ku wî dîtin bila li van nimreyan bigerin: 0 532 179 72 79 û 0 536 572 13 27 (ÎLKHA)



 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye