Zilamê kal bi pereyên sexte xapandin

Li Silopîya Şirnexêkesên sextekarpereyên welatiyekî bi pereyên sextekar guherandin û zilamê kal xapandin.

Welatîyê bi navê Saîd Baltaci piştî ku ji bankê meaşa xwe ya teqawîdîyê kişand re xwest ku biçe mala xwe, lê belê kesên sextekar ên ku navê wan nediyar e  hatin ba Saîd Baltaci û pereyên wî yên teqawîdbûnê bi pereyên sexte guherandin.

Baltaci ji dizîna pereyên wî yên teqewîdbûnê re bertek nîşan da û xwest ku kesên sûcdar bê girtin. Baltaci di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên sextekar hezar û 400 lîreyên wî bi pereyên sexte guherandine.

Baltaci di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Min meaşa xwe ya teqawîdê ji bankê kişand û ez ber bi malê ve diçûm. Wesayîtek nêzî min bû û min jê re got ku hêdî here da ku av nepişeke li ser min. Şofêr sekinî û ji min re got ku ‘tu diçî kû?’ Min jî jê re got ku ez diçim camiyê. Wî jî ji min re  got ku ‘were ez te bibim camiyê.’ Piştî ku ez li wesayîtê siwar bûm re pereyên min bi zorê ji min stand û yên sexte da min. Ez nizanibûm pere sexte ne û min pereyan xist berîka xwe. Ez dû re hîn bûm ku pere sexte ne û min xeber da polêsan. Ez dixwazim sextekar bên girtin.”

ÎLKHA








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin