Civîna zîrweya hereketa bêpêwendî ya li Tehranê bi dawî bû. Nêzî hefteyekê dewam dikir. Di daxuyanî ya dawî de, li ser aşîtiyê hat sekinandin. Di civîn û beyanata dawî de tiştên derketin pêş ev in:
Îranê serekatiya dewrê ji Misrê girt û beyanata dawîn jî ji teref Ehmedînecat ve hat xwendin. Di beyanatê de wiha hat îfade kirin “Meselên navnetewî, encax di çarçova dostanî, azadî û edaletê de têne çareser kirin. Divê bi Filîstîniyan re piştgirî hebe. Her welat xwedan heq e ku enerjiya nukleerê bi meqsedên aşîtî bikarbîne. Azerbaycan û Fîjî mensûbên hereketê yên nû ne. Civîna zîrweyeka din wê di 2015an de li Wenezuelayê bê li dar xistin û serekatiya dewrê derbasî wê dibe.
Ji ber ku sekreterê teşkîlata Dewletên Yekbuyî Ban Kî Moon jî tevlî zîrweyê bû, Emrîka û Îsraîl tepkî nîşandan.
Wekî tê zanîn hereketa bêpêwendî di sala 1961an de hatibû avakirin. Ji sê paran du par mensûbên teşkîlata dewletên yekbuyî di vê hereketê de ne.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)