Ziyareta Xirqayê Şerîf

Li Cemiyeta Mustezefan Xirqayê Şerîf Ji Ziyaretê Re Vebû

Bereket û xweşiyên meha remezanê dewam dikin. Paşîv û fitarî, xitm û terawîh, ziyaret û alîkarî didomin.

Cemiyeta Mustezefan, li şûba xwe ya Diyarbekirê, xirqayê şerîf ji ziyareta millet re vekir. Ziyaret piştî nimêja terawîh, bi selewat û ilahiyan hat kirin. Millet bi coş û heyecanek mezin tevlî ziyaretê bûn. Di şûbeyê de cîh nema. Hineka hêsrê xwe negirtin. Ziyaret heta nîvê şevê dewam kir.

Xirqayê şerîf biroj jî, ji bo jinan ji ziyaretê re hat vekirin. Xelk ji camiyan bazdan ziyareta xirqayê şerîf. Bi tekbîr û selewatan xirqa pêxemberê me ziyaret kirin. Beşdar diyar kirin ku hîs û xizmetên wiha pir bixêr in. Kesên bûne wesîle, Xweda ji wan razî be.

Tê gotin ku di heyama mîracê de, ev xirqa li pêxemberê me buye. Dûre li gor xwestina pêxemberê me, bi wasîteya Hezretî Elî, gihaye hezretî Weysel Qaranî.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin