Ziyaretgeha Şêx Sûltan

Ziyaretgeha Şêx SûltanMillet Ziyaret Kir Mewlîd Dan û Îbadet Kirin

Ziyaretgeha Şêx Sûltan, 90 kîlometre dûrî Batmanê ye. Di navbeyna gundên Xiro, Ecîbê, Midêlbê û Babnîrê de dimîne. Millet salê di hinek rojan de tên ziyaret dikin. Li gor gotinên yextiyaran, Şêx Sûltan û Sûltan Şêxmûs birayê hev bûne. Nêzî 400 salaye tê ziyaret kirin. Tê gotin ku Huseyn Weliyê Xweda, salekê li wir ketiye înzîwayê, li wir ser derdên ummetê tefekkur kiriye û rîsala nûr xwendiye.

Îsal jî ziyaret bi tevlîyek mezin hat kirin. Milletê der û dor li ziyaretgehê civiyan. Ji merkeza Batmanê jî millet çû ziyaretê. Li wir mewlîd hat xwendin, xwarin hat dayîn. Piştî xwarinê bi hev re ji bo ummet û însaniyetê dua hat kirin. Kesên tevlî ziyaret û mewlûdê bûn, kêfxweşiya anîn ziman. Îfade kirin ku ji bo îbadet û me’newiyetê tên serdana Şêx Sûltan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin