Li Misrê îdara cûntayê ya ku qûqlaya Îsraîla siyonîst û Amerîkaya îşgalker e û bi desteka welatên xalîçê yên ereb zorbatiya xwe dimeşîne, di her sehayê de te’deyên xwe giran dike.
Pergala ku Ezherê ji binî ve diguherîne, ji aliyê îdara cûntayê ve hat tesdîqkirin. Bi vê pergalê piştî xwendekaran, ji zanîngehê avêtina hîndekaran jî rihet dibe.
Li gorî qanûna nû ya Ezherê, ew ê di van rewşan de hîndekarên zanîngehê bên îxrackirin:
Gava tevlî protestoyan bibin, maddeyeke ku di hedîseyên şîddetê tê bikaranîn têxin zanîngehê, zirarê bidin avahî û malzemên zanîngehê, fêlên ku ne babetî şerefa hîndekaran e bikin.
Mehkemekirina xwendekaran a bêhiqûqî jî didomin. Li bajarê Nasrê Mehkema Cezayê, 6ê wan qîz li 16 xwendekarên Zanîngeha Ezherê, bi bihana ku tevlî protestoyên li Zanîngehê bûne, bi 4 salan cezayê hepsê birî.
Parêzerên xwendekaran dan zanîn ku qirar di rûniştina 2an de acele hatiye dayîn, mehkemê guh nedaye daxwazên parastinê.
Sersewcîtiya Misrê ya ğeyrî meşrû jî, qirar da ku 116 xwedekarên ku bi bihana rastkirina protestoyan hatibûn binçavkirin, serbest bên berdan.
Ev zêdetirî salekê ye ku bi deh hezaran kes bi bihana ku muxalefetî qanûna protestoyan dikin hatine binçavkirin.