Zulm û Te’deyên Qadîrov

Bi Emrê Rûsya Li Çeçenyayê Dersa Quranê û Tesetturê Yesax Dike

 Rejîma Qadîrov, di bin emrê Rûsyayê de, mîna qûqla û ğûlamekî, bûye dijminê dîn û milletê xwe. Kesên ji Rûsyayê hez neke, dibe neyarê Qadîrov. Kesê li ber zulma Rûsyayê derkeve û zulma Rûsyayê bîne ziman, li cem Qadîrov dibe terorîst.

Zalimê Qadîrov, ji bo meşrûiyeta xwe li ba Rûsyayê îspat bike, li Çeçenya tesettur û dersên Quranê qedexe û yesax dike. Li hemî Çeçenyayê, nahêle ku dersa Quranê bidin zarokan. Hemî we’z, muzîk, îlahî û kitêbên ku behsa cîhadê dikin yan jî peyva cîhadê di wan de derbas dibin, hatine yesax kirin.

Zalimê Qadîrov tîmek xisûsî avakiriye ku di daîreyên resmî de kontrola tesetturê bike, da ku tu wezîfedarê jin serê xwe negre. Xutbe li gor siyaseta Rûsyayê ji teref muftiyên Qadîrov tên amade kirin û pesnê rejîma Qadîrov dikin. Wezîfedarên xisûsî, camî û xutbeyan kontrol dikin. Kîjan mela, li gor xutbên muftiyên Qadîrov xutbê nexwîne, tê ceza kirin.

Rejîma Qadîrov di koletiya Rûsyayê de, bûye dijminê dîn û xelk û dîroka xwe. Ji ber vê yekê jî, tê îfade kirin ku, xelk ji Qadîrov nerazine, bi çar çavan li hêviya ketina wî ne.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar