Çavdêrxaneya Heqên Însanan ya Ewrûpa û Behra Sipî ya ku merkeza wê li Îswîçreyê ye û li ser Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur dixebite, li gorî îfadeyên şahidan ên Filistînê raporek amade kir. Di raporê de weha hat gotin: “Ordiya Îsraîla siyonîst û îşgalker, di êrîşên xwe yên bejahiyê de nexasim 2 hefte berê li rojhilata bajarê Xan Yûnûsê li beldeya Hûzaayê, zarok û sivîl ji xwe re kirine pêşmêrê mertala candar.”
Di raporê de hat diyarkirin ku wek mertala candar bikaranîna sivîlan polîtîkake Îsraîlê ye û raporê cî da gotinên Remezan Muhemmedê şahidê îxlalên Îsraîla rejîma terorê.
Muhemmed beyan kir ku di 25ê Temûzê de eskerên siyonîst ketine beldeya Hûzaayê û êrîşî mala wan kirine. Muhemmed wiha got:
“Eskerên îşgalker, deriyê xaniyê me yê ku jin û zarok jî di nav de 27 kes tê de dijiyan xera kir û girtin ser malê. Ferdên malê di noqteyekê de kom kirin. Bavê minî 65 salî ji eskeran re got ku em sivîl in û aştiyê dixwazin. Bi îbranî û erebî gelek caran ji wan re got. Bavê min xwest ku nêzî eskeran bibe, lê eskerekî 2 caran gulle bera bavê min da û ew li ber çavê ferdên malbatê mexsûs kuşt.
Paşê xwestin ku em kincên xwe ji xwe bikin. Destên me girê dan. Me birin odeke malê û wek mertala candar bi kar anîn. Min û 3 kurê min, birin ber pacekê û xwestin em weke ku em li derveyê dinêrin tevbigerin. Li derûdora me gulle dibariyan. Ev hal 8 saetan dewam kir. Nehiştin em tiştekî vexun û bixun. Me ji odekê dibirin odeke din. Hedîseke dehşet bû. Me nizanibû ku em ê çawa jê xelas bibin.”
Cemal Ebû Rîdde jî beyan kir ku weke mertala candar hatiye bikaranîn û da zanîn eskerên Îsraîlê ew di 23ê Temûzê de desteser kiriye. Ebû Rîde wiha got:
“5 rojan mala me di bin operasyona wan de ma. Min li malê li deverê ku wê marûzî êrîşê bibin kirin mertala candar.”
Çınarın Sesi