Qadîrov çer ku piştî kuştina bavê xwe ji teref Rûsê har ve, serek hat îlan kirin, ji bo sedeqeta xwe ji Rûsê xwediyê xwe re nîşan bide, dest bi qetlîam û kuştina kir, li mucahidan operasyon rast kir, aîlên şehîd û mucahîdan ceza kir, sirgûn kir, da girtin û qetil kir. Milletê Çeçen di nav feqîrî û sefaletê perîşan kir.
Çend roj berê, dîsa eskeriya Rûs û firotiyê Qadîrov, di hevoperasyonekê de, 5 mucahid qetil kirin. Bi kuştinê jî nesekinîn, wicûdên şehîdên Çeçen, perçe kirin, bi rojan li erdê hiştin û nehiştin ku gundî û merivê wan, wan defin bikin. Qomûtan Zarbek Avdarxanov, birayê wî Îbrahîm Avdarxanov û 3 mucahidên din, li herêma Galaşkiya Înguşetyayê hatibûn şehîd kirin. Eyub Haladovê alîkarê Zarbek jî, winda ye, hê jî tu salox jê nehatiye hilanîn.
Hat îfadekirin ku êrîşa do li Grozniyê li eskerên Rûs hatibû kirin, heyfa van şehîda bû. Nêzî 20 eskerên Rûs hatibûn kuştin.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)